Heyva Xweşik Heyva Şevan

Mehmet Çobanoğlu
2550

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Heyva Xweşik Heyva Şevan

Ronahîya hemû şevan
Dimeşî wek kespê rewan
Şevan e ez bendê te me
Her şev min re, bibe mêvan

Xwe wusa giran negire
Kezeba min de agire
Heyva xweşik heyva şevan
Ji evînîê xwe dagire

Ronahîya nav çavên min
Li çirîska ser dêmên min
Bextewarî ya dilanî
Biherike nav dilê min

Heyva tijî tu şevgerî
Ronahî yê hildigerî
Canê min jî te daxwaze
Her caran min venegerî

Heyva min tu ser min neçe
Wele bê te xwîn min diçe
Germa dilê min bo yare
Yar tune be jiyan pûçe

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 9.7.2019 00:21:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu