Heyva işev bo me helat
Can wan bişkokên xwe veke
Were ba min, te hemêzkim
Min nêzîkê singê xweke
Ramûsana min derman e
Ez ranazim, benda te me
Tena te jî gulîstan e
Ez heyrana bêhna te me
Binêre, heyv me dinêre
Îşev, min bête nehêle
Vê şevê, bêxew bîmîne
Kenên xwe min re bihêle
Ay dil, îşev min neşkêne
Bila ev şev, şeva me be
Tu min şa be, ez te şa bim
Heta serê sibê vebe
Vê şevê, bo me heyv hilat
Ronahî jî te girtî ye
Tu evînî, bextewarî
Dilê min te vekirî ye
Mehmet Çobanoglu
21.10.2023
İstanbul
Kayıt Tarihi : 21.10.2023 18:46:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!