Heyv şevê de ronahî ye
Qêmîş nakî lê binêrî
Ez dimeşim nav şevê de
Rê dirêje naçe sêrî
Heyv xwe ser çiyadan berda
Li mîna kena ser lêv e
Heyva şevê pir çelenge
Hevdizanî gul û sêv e
Heyv hilat, heyv ket nav şevvê
Şev tarî ye, heyv tazî ye
Heyva teze pir ronîye
Şeva dirêj lê razî ye
Heyv şevê de wek mircane
Şefq û ronî ber berbange
Barê piştamin girane
Di nav de jî dirik, xange
Heyv li şevê ser zinare
Kew dixwenin li çêrêne
Nav dilan de evîn heye
Eşq û hez jî li derdorêne
Mehmet Çobanoglu
18.05.2022
Stanbol
Kayıt Tarihi : 17.5.2022 13:10:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!