Bo dilê min, bo sewda min
War, welat bû hêlîna min
Rizgar tiştekî xweş e
Nav de eşq û evîna min
Ez bimirim hezar caran
Bihar nehat van bajaran
Ez evîna xwe bernadim
Bila nebe derd û aran
Eşqa me de kesk tapikin
Lingê te de xapxapikin
Dilê min de qencî heye
Heza min de gul gulpikin
Her xemzên te nav çalê ye
Gul veda, gul ser palê ye
Bilal felek, ji te dûr be
Her kenên te wek gulê ye
Heyrana wan kezîyên te me
Qurbana birû yê te me
Şara te jî sor gewez e
Ez bimirim jî, ba te me
Mehmet Çobanoglu
04.08.2022
Stenbol
Kayıt Tarihi : 4.8.2022 09:45:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!