Hey Çiravê Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Hey Çiravê

Ne diwestî ne jî disekinî
Diherikî bê xem
Dengekî efsunî tê ji xule xula te
Evîndar sûdê digrin ji heybeta te
Dengê te dikeve bîreke bê binî
Jiber azadîya te
Namîne hikmê tu evînê
Xunava te jorda tê wek rondik
Xwe dihejînî wek buka cêr liser mila
Mirina vedişêrî di pişt xwe’da
Her demsalekî de bi rengekî diherikî
Evînîyê xwedî dikî
Mizginîyê didî evîndara
Berê xwe didî dîyarên dur
Bejna te xemilîye wek keskesorê
Rewneqa te dişewitîne rojê
Biherike hey çirav
ber bi derya evînê
Ber bi şoreşa xwezayê
Bi şefqeta daykekî dilorînî
Ji xulexula te tê dengê newayekî
Newayeke dilşewat
Hey çiravê
Bilezîne, Biherike, bigihîje
Evîn hêvîya teye
Bigîhîje evîna xwe…

10.01.2014

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 11.1.2014 09:13:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş