Îro erd û esman jehr û ziqumê dibarîne di serme da
Esman buye sifrê helandî
Erd giloka agir
Û em di nav çala agir de
Diperpitin.
Îro ez ji Helepçê me. Destê min di kelepçê da
Pîyê min qeydkirî, çavê min girê dayî
Û ez di nav xwîn û mirinê de
Bi zare zare zar im.
Di nav gola xwînê de, li ser loda laşê zarokan
Û li ser gor û tabûtê,Bi dilê şewutî di mengenê de
Kulîlakên azadî û serxwebunê şîn dikim.
Bese êdî!
Ey zarokên di hemêza bavê xwe de
Bê ruh û nefes ketîye!
Eger min do destê xwe dirêjî te nekiribe jî,
Tu bizanibe ku ez bi te re mirime.
Min êş û kedera te, di dilê xwe de hîs kirîye.
Min dilê xwe bi reş û kedera enya te tenî kirî ye
Ey dayîka li ser laşê kurê xwe dilirîne û dilezîne
Heger dengê min negîhiştibe te jî,
Tu bizanibe ku,
Hewara te xwîna min çikandîye.
Meyîzên te wek niştirê li dilêmin ketine û xwîna min cemidan dî ye.
Ew xetê ku rûyê de da kûr bune
Dilê min dax dike.
Agirê kezeba te, dilê min dalêsd dide.
Ey bavê dil bi kul û kezebreş!
Ez zanim çendik û çendik sale ku tu di axa xwe de hêsîr î
Ez xem û xesara dilê te di ruhê xwe da dikolim
Ji bo êş û kedera te
Ji însanetîya xwe şerm dikim
Ji vê alema medenî şerm dikim!
Ji mu’mîn û murşîdan
Û ên ji vê wehş û hovîtîyê re bedeng mane şerm dikim.
Îro erd û esman jehr û ziqumê dibarîne di serme da
Esman buye sifrê helandî
Erd giloka agir
Û em di nav çala agir de
Diperpitin.
Ey Taxut û mustekbîrên dinyayê!
Qey heta îro xwîna ku we rijandîye têra we nekir
Tiştê ku we talan kir çavê we têr nekir
Ma hûn ji Xwedê natirsin û evdan fedî nakin
Ma nuxta ujdanê jî, bi we ra nemaye.
Qey ji bo çend dilop neft
Awqas xwîn zêde nîne
Îro erd û esman jehr û ziqumê dibarîne di serme da
Esman buye sifrê helandî
Erd giloka agir
Û em di nav çala agir de
Diperpitin.
Îro ez di axa xwe da multecî me
Ji welatekî xwe, sirgunê welatê xwe yê di me.
Çar perçe bume û ji her perçeyekî ra xerîb û bê Sitare me
Li ser axa xwe
Birçî
Şerpeze
Belengaz
Û pepuk û rebenim.
Bi hezaran gundê me hatin şewutandin
Xanîyê me di ser serê me da hedimandin
Di nav meydana Dîyarbekir da
Gulên Helepçê di dilê min da valakirin.
Gazî we dikim ey axa û beglerê Kurdan!
Şêx û melê li medrese û dergahan
Wekîl û mebûsên li de pal dane palgehan
Keşe û rehîbên li dêran
Gelî yekîtîya milletan
Kardînal û mezinê watîkan
Çîn û Hînd û Rûs û Alaman
Êdî dengê xwe bilindkin û ji bo vî milletê hêsîr çareyekê bibînin.
Belê iro dor li ser me ye lê coxrafîyek din ev êş û birîn kişandin
Hîreşoma û Negazakî
Çil û heşt sal berê agir di dilê xwe da kelandibu.
Bê dengî şeytanî ye
Êdî dengê xwe bilind bikin.
Îro erd û esman jehr û ziqumê dibarîne di serme da
Esman buye sifrê helandî
Erd giloka agir
Û em di nav çala agir de
Diperpitin.
FİKRÎ AMEDÎ: http://fikriamedi.blogspot.com/
Fikri AmediKayıt Tarihi : 7.1.2018 15:25:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!