Hêvîya Min Şiiri - Ahmet Baygümüş

Ahmet Baygümüş
194

ŞİİR


5

TAKİPÇİ

Hêvîya Min

hêvîya min
roja tu çuyî destpêkir brîna min
hê jî kew negirtîye
*********
min rûyê xwe zivirand jı hemû sibehan
çavê min tên kelemçekirin
bûm girtîyê meha çille

zarokên suretqemer tên kuştin
jan dikeve serê dilê min
diherike
di kurahîya hinavê min de
çemên ji xwînê

dibin helbest li ser zimanê min
hemî şîn,hemî girîn
yeko yeko dibin gorî sêwî'yên me
bê wext dikevin li ser axê
qet ranabe sîya mirinê leser zarokên min

çend dem derbas bûn
çend demsal wê rengê xwe bigurîne
çend yezdan bûne şahid
çend pêxember heya niha hatin

herroj bi lawjekî dilorînim,
li ser welatê wunda
kizîn tê ji kezeba min
êdî rondik nabarin ji çavê min
ev çend deme,
kelogirîme di hundirê xwede

Ahmet Baygümüş
Kayıt Tarihi : 9.1.2016 10:39:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ahmet Baygümüş