Bi evînekî wisa min bawer bike evîna min
Ser zimanên zarokan bila pêl bi pêl mezin bibe strana me
Tiqa tiqa me, helbestên me bibe hêvî
Şînbûna rûyê asîman, gurrahî ya keskê,
Lepira di sihara sibé da li ber derîyê min
Kevokekî bixiroşî ya bask şîrî
Li ber şibaka min, bejn dayenda gulîyê zeytunê be
Bi stranekî wisa were ba min evîna min
Bila hemû şer bêne dawîn
Hemû xemgînî, hemû pevçûn, hemû dil şikestin
Ji zilmê dûr em helbestekî wisa bi nivîsinin
Ne gerîlakî ne jî leşkerekî were lêdan
Ne zarokek, ne jî dayikek
Roj bi roj em strana bibêjin
Ji mirinê dûr ji aştîyê re nêz
Bila bên dawîn xatir xwestê dayikan ji egîdan
Bila çûk bêtirs bifirin li asîmana,
Bila bi dilê xwe, xwe veke gula serê çiya
Û çem, bi biratî bi herikin
Ji sînora wêde dilên bejî
Lepira, şemîyek di nav şînahî de bê dawîn
Bi hezar rojan li bendemayî
Bi hezar rojan hêstir
Bi hezar rojan zémar
Bi bawerîyek wisa were evîna min
Bila pênc wext ferz be limin te qîrîn kirin li qada
Ji alîyê xweşîyê, ji alîyê dildariyê çi hebe ya te.
Sebata çiya ya te ye
Zêmarên ku ji bo çiyayan tên gotin ya te ye
Kenê zarokan bi te re ye evîna min
Hêvîya gelê min bi te re ye
Stêrka ku li enîya me bikeve bi te re ye
Tovê biharê bi te re ye
Yên li qadan tên kuştin em in
Yên li berbestê di hincirîn em in
Yên di zindanên de, mangirtinê de hatine jibîr kirin em in
Yê ku mirin para wî ketîye
Para wî hêstir
Yên ku zîndan para wan ketîye em in evînamin em
Bi hisretekî wisa were evîna min
Penc wext ferz be li zîndana bîranîna te
Li berbesta, li qada ez te qîrîn bikim
Ji bîr meke evîna min qet ji bîr meke
Hêvîya gelê min bi te re ye
Kenê zarokan bi te re ye
Tovê biharê bi te re ye
-Wergêr Mehmet Ali Stêrk-
Nedim ÖzügüzelKayıt Tarihi : 11.12.2015 15:59:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!