Hêvîya Derman Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
108

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Hêvîya Derman

Çu me cem
Heftê û heft zanyarê heft dîna
Heft şarezayê heft waran
Hinda çend pîr û kalan
Xwe avêtî dewa wan
Bi nalîn û bi hawaran
Jibona piçek derman
Çu me ser
Çend zêwan
Ser çend girê kêlikan
Min gelek kêlik çekir
Li cem kêlikan
Bi daxwaz û lavayî
Wekî dayîk û zarokan
Jibona piçek derman
Ez nizanim
Nizanim min çend caran
Qedandî pirtûkên ji ezman
Min xwendî çend ji dia û simikan
Daye çêkirin çiqas nivişt û hêvîştan
Çu me ser
heftê û heft gorîstan a
Nizanim çend nêrî û çend beran
Serqe daye jibona wan
Jibona melhemeka dilê wêran
Lêbelê min nedîtî xêrek ji wan
Ey bi evînê zaneyê zanan
Ey xwedîyê dilê can û canan
Ey êşrak û hekîmê rih û dilan
Hew tu bi tenê mayî
Jibona piçek derman

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 29.12.2023 00:00:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!