Hêvî û Ronahî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2691

ŞİİR


19

TAKİPÇİ

Hêvî û Ronahî

Bi wek pelên payîzê,
Kurdno nebin derbeder.
Li ber bayê felekê,
Qet nekin ax û keder.

​Wek qulîngên ber koçê,
Kurd welatan negerin.
Bes e êrîş û talan,
Neyar Kurdan vegerin.

​Şevên tarî derbas bin,
Kurd ronîyê digerin.
Koma gelan bi hêz e,
Rê li ber wan negrin.

​Bes e şer û zordarî,
Bes e hêsir û keder.
Bila cîhan bibîne,
Kurd naxwazin derbeder.

Şevên reş bila biçin,
Bila rojên geş werin.
Li ser axa bav û kalan,
Bila roj li me vegerin.

​Kurdno nebin derbeder,
Di axa xwe de bimînin.
Welat bi welat negerin,
Bax û baxçan biçînin.

Mehmet Çobanoglu
12.03.2026
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.3.2026 12:42:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!