Hêvî Şiiri - Haris Serhad

Haris Serhad
25

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Hêvî

Ez di bin dagirkerîyêde bûm lê dîsa jî min bi qêrînên bê hempa digot hêvî.
Min wekî destpêkirina karekî nû dest bi hêvî yê
dikir.
Xwedî stêrk bûm.

Lê niha…

Li van deran nemaye hêvî.

Evinên nîvçe mayî
Jîyanên qût
Belengazî…

Lê azadî,gennî bûye
Bêhn bike
Serxweş bibe.

Ezmanên min digirîn
li serê tilîyên min nêm kom dibe

Kû dibêjin hêvî bablîsok çêdibe li erdnîkarîyamin.
Ba radibe,bahoz radibe,birûskê lêdixe
ezman qûl dibe!
Çar roj û çar şevan baran dibare…

Dema behsa hêviyê tê kirin pênûsa min dest bi nenivîsandinê dike mîrê min
Histû xwar dimîne
Diqefile …

Axx! Dibêje axx!

Biminre bimîne mîr ê min
Bextê minê reş ronî bike.

Tû dibêjî hêvî,
yê kû asîmanê wî tûne be, hêvî ya wî tûneye
mîr ê min.

ne xwedî stêrke…

Tû bibêje mîr ê min
ji vir heta hêvî yê çend kîlometre ye?
Kû ez herim destê wî bigirim û bînim.

Min bikûje mîr ê min
mirin xweştire ji vî halî…

Haris Serhad
Kayıt Tarihi : 8.5.2023 01:12:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!