Lêxe keçê derenge salane ser me cenge,
Hesreta bejna te me; şara te de sê renge,
Birê te jî hat çiya dilê wê de welete…
Pişta xwe bide piştê, wele ew jî lehenge.
Lêxin, lêxin tim lêxin serê dijmin erdêxin,
Ez qurbana koma we koka neyaran pêxin!
Hewldan bû rizgarî gelên Kurdan jî pêne,
Çar perçê axa me de yekîtîya me darxin.
Welatê me canê me wele, bile pir geşî,
Amed, Dohok, Qamîşlo, Mahabat jî pir xweşî;
Hatin refên hevalan koma wan jî rêzkirî,
Em zanin serokê me vê meşê de dimeşî.
Rojhilat û rojava Kurdîstan jî bû ava,
Rêya vê azadîyê salixvanê wê Kawa,
Berxwedana keçane, dijrabûna xortane;
Welatê me jiyane biparêzin her gava.
Werê keça me werê vê havîn û biharê,
Îro me re dîlane heval ketin Hewlêr’ê…
Ez qurbana dozvanan ev jî keda gelane,
Heşîyar bikin cîhanê welatek Kurdîstan e.
Mehmet Çobanoglu
25.07.2012
Stenbol
Kayıt Tarihi : 25.7.2012 21:59:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!