Keçê Rihan zû vere dilê me zare zare
Welatê me de şere koma me jî bêzare
Ev çi rewşe çi hale? xezewe me dibare
Dengê tankan, toptane malên me ber gulane
Keçê Nûrê zü were şerê guran-şêrane
Dijrabûna Kurdane, herderê welat Zîlan’e
Bêbextîya Rom’ê ye Ereb û Ecem’a ye
Em nakevin bin destan heta canê me hebe
Keçê Rewşan zû were ser gundê me dûmane
Agir berdan nav malan şewateke yemane
Daê-bavo negirîn hewldana Kurdan’e
Berxwedan hebûne, rûmet herdem jiyane
Keçê Bihar zû were iro me re xirabe
Dijmin bi top, gulane ev şereke girane
Bi newala Dêrsim’ê xwîn dikişe pir sor e
Hemû Heval jî pênin ew xwîna canê min e
Keçê Axîn zû were evder warê Kurdan e
Leşker hatin kom bi kom nehedûra gelane
Kizirandin goştê me welatê me şêlandin
Bawer nekin xwîn xwaran kara wan jî talane
Keçê Rûşen zû were ev têkoşîna me ye
Rizgarî bo me ferze azadî şoreşî ye
Gulên warê Botan’ê heval rabûn rêdane
Şerê gelên Kurdan’e îro roja mêrxasa ye
Keçê Hêvîn zû were îro dema mêra ye
Rizgarî jî me ferze, şoreşî azadî ye
Gulên warê Botan’ê heval rabûn çiyane
Doza gelê Kurdan’e nav de welatê me ye
17.07.2011
Yıldırım
Kayıt Tarihi : 17.7.2011 02:00:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!