Heşyarbûn Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Heşyarbûn

Ev rabûn e, hişyarbûn e,
Berxwedan, rizgarbûn e,
Ev yekbûna me gelan e;
Hewildana ji bo serferaziyê ye!

Riya me riya şoreşvanan!
Tê de tê dengê hevalan
Hûn jî rabin hûn jî werin,
Em rêwiyên azadiyê ne!

An mirin an jî pêşende,
Em ne bende, ne kole ne!
Rabûna me ji bo şoreşan e,
Ji bo azadiya dost, gelan e.

Em şoreşger, şoreşvan in!
Em naxwazin korebaweriyan;
Sermayedaran, paşverûyan,
Ew mîr û şêx, beg û axayan…

Em dijî vê pergala sitemkaran!
Van cerdevanan, nijdevanan,
Van sîxur, xiniz, qeleşan,
Em qet naxwazin wan.

Pisporên me Marks û Mao! !
Berxwedan jî sonda me ye,
Em hişyar bûn, hişyar bûn,
Em parêzvanên kedkaran in.

Artêşa gel natewe, natirse
Şevan, rojan tim li ser piyan e
Leheng, şêr û şervan in em
Em mafê gelan diparêzin.

Gundî, karker bi hev re bira,
Roj hat, hilat roj, hat xuyan,
Ne dûr e, şoreş pir nêzik e!
Roja sor hat, êdî kon veda.

Werin, werin û rabin, werin
Koma me her tim şipê ye
Em tev dixwazin şoreşê
Em rêwiyên civakparêziyê ne.

20.01.2009-
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 24.1.2009 19:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu