Mela anî hîkmetê ji beyyîne
Min got çi heye ji kîsik derîne
Rediyellahu enhum, radu enhu
Her du hêl li uqba ji hev razî ne
Qaşo xêr li min kir danî mizgînî
Malava şandim gorê bi lezgînî
Çi bikim derdan bi heştê beyyîne
Ger giyan ji keseran dawerînî
Bibînim rojê bi vê hewl û hişî
Dernekevim hizûrê bi rûreşî
Ji du pirsiyarê dê xwe negirim
Da min kurdî û cîran ji nexweşî
24.01.2017
Silîva
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 01:30:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!