Heşt ê Adar ê Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Heşt ê Adar ê

Meh jî meha Adar ê ye,
Dem jî serê baharê ye!
Rabûn hemû jin û keçên me,
Gul vedan berva bahara ye.

Meh Adar e bi jinan re hinare,
Jin hemû bi can hemû jî jiyanin!
Îro jî roj a serîhildana jina ne..
War jî bû gul û sosin bi gulistan e.

Meh Adar e roj jî îro heşt e! !
Qadan bûn Behr û kolan jî deşt,
Li jin jî hemû hevren dimeşin…
Heta jin azat nebin jîyan azat nabe.

Firset medin li van neyaran,
Bawer nekin bi van faşîstan!
Pergelê wan qet tu nexweşe;
Qedirê jinan ji li ba wan tune.

Mêr serdestin û jin jî bindestin,
Kutan û lêdan jî tim serbest e!
Qet rewişt û fedî li şerm jî tune..
Jin û keç vê rêgehê de bêqîmetin.

Roj jî îro roja keçan û jinan e!
Hemû kedkarên jinên cihanê,
Îro rabûn ser pê nexwazin koletî!
Hun Her bijîn jin û keçên vê cîhanê.

Jin û mêr tev yek bi asîmanin…
Heta Jin azt nebin cihan ê reş be,
Rizgar nebe jin û jiyan û cîhan jî
Jin nabin serefiraz aştî qet nabe.

Rêya jinan bo azadîyê û aştî yê ye!
Li her bijî biratî û xweşkatîyan gelan,
Keda jinan nebe serbest jin jî azad nebin
Ev serîhildan şoreşîyê hê jî şûnveye

08.03.2006
Yildirim. Mah

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 6.3.2008 22:51:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu