Bê te nabe bê te nabe
Hesreta te min girane
Cihêtî jî pir xirabe
Cîhan jî min re xopane
Ji bo çav û birîyên te
Dil hinavên min qetîya
Bête roj min re qetrane
Xwezî keder rawstîya
Bête, sebra min tu nema
Bo te, dil min re bû xeder
Rojane libendê te me
Li min re şewat e evder
Ez çi bikim dil min derde
Dirêjbûna van şevane
Bê te cihan, min xezebe
xem û keder tê de mane
Rojek jî min re sed sale
Dilê min bo te dikele
Wek mecnûnan, te digerim
Ez pir westîyam, helhele
Kayıt Tarihi : 12.9.2019 15:35:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2019/09/12/hesreta-tebzgirane.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!