Hesreta Dilê Min Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Hesreta Dilê Min

Hesreta dilê min kovan e limin dîsa
Wax şewate,agire û êşe lo limin îsal
Wax limin ez qurban lawê min wax
Dengê tanak û topane li xopane dîsa

Way limin way berxê min lawê min
Agire,şewate ax dikele nav dilê min
Artêşê dijminan li hat ket diyarê me
Agir dibarîne dikewîne nav dilê min

Wax loy loy loy loy lo ax canê min
Êrêşên balafiran,bêbexta neyaranin
Hawar hawar hawar heval dîsa şere!
Agire û şwate diqele warê gelê min

Fermane ferman, fernana Erdogane
Fermandar Buyukanit bo me mirine
Berxwedan,serîhildan bo me rûmete
An welat bixwazinan anjî em kolene

Dil keser oy rondik çav ê min dibare
Ax ez bêzarim êdî bêax boy me bese
Loy loy nexapin gelên Kurdan tucar
Ser warê me berjewandinê Erdogane

Hesreta dilê min Kovan e li min dîsa
Agir şewate berxwedane rûmete îsal
Heval natewin,natirsîn tu xelaznabin
Ev pirsgirika me hemû gelê Kurdane!
Bawer mekin Erdugan qesasê gelane

Ez Memê bêrîndar lawê Qaqizmanê
Dîn dîn digerim evîndarê gula welat
War war loy diyar heta erdê Şewanê
Ezê bijim ka paytext welatê me kani?


10.02.2008
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.2.2008 18:28:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Berhîm Paşa
    Berhîm Paşa

    Silavên germ ji dil...Kekê Mihmed ez helbestên te diecibînime,lê wirekiya te min serbilind dike zor zor spas...

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu