Ne heyfe? Hespê yara min pir tore 
Şarika serê yara min zehf more
Gulên baxê dildara min, hêşîndan
Gulek kesk, gulek zer, ê din ji sore 
Yara min pir dil tenike, gul kulîlke 
Biskên porê yara min tim lûlike
Salane bo yara xwe bûm mînmînîk 
Dilo, bişirên yara min bîrneke 
Bejn û bala yara min pir xweşike 
Dilê min, bo yara min tim hewşike 
Awirên yarê ji min re dermane
Xwe keça Kurdan’e, çaw lê reşike 
Metê çi dibe guh bide vê sewtê
Bêje yara min bial bê vê heftê 
Bedewîya yara min wek gulane 
Ji bêhna gul û kulîlkane yarê tê 
Bêşik yara min bedewa zana ye
Rojan re roje, heyvê re ronî ye 
Ew kenên li ser her lêvên yara min
Xemla zozanan, gulpikê gula ye
Mehmet Çobanoglu
24.10.2017
Stenbol
Kayıt Tarihi : 24.10.2017 23:59:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
 
 



Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!