Gul-gulîstana jore
Gula şitil por sore
Xortek jî li wêda tê
Hespê bin de pir tore
Hespê xort, xam dimeşe
Zina hespê pir geşe
Xortê li ser pir başe
Mîntanê lê jî reşe
Hêvî baskê hespê ye
Ronî meşa hespê ye
Siwarê hespê egîd e
Li dilbendê hespê ye
Ew xortê Şewan'ê ye
Dilketî yê xasê ye
Li zozanan de digere
Ew tim siwarê hespê ye
Gula sor ser masê ye
Çemê Erez asê ye
Hespa xort pir lezgîne
Li diyarê Qers'ê ye
Mehmet Çobanoglu
20.12.2022
Stenbol
Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 20.12.2022 11:16:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!