Min hesp xwe re zînek çêkir bi çerman
Rengê hespê min jî reşe wek zeytûnan
Bijîjên hespê min jî her dem bi nexşe
Bi ew xemla ser jî  kesk,sor û zerane 
Hespê min naweste ew rehwan dibeze
Ew gava dibeze dilê min coşdibe
Bihar û havînê  vebûnan gulan de
Qet çiya, kevir nabêje dibihure
Ey  hespê min ez te re bibim perperok
Rabe em herin ev xerîbî  wêrane
Raneweste bib ba û bager  ba be
Min bibe min bibe dilê min dîwane	
Hespê min rêkeve here Qaqizman’ê
Çi dibe nekeve tev mij û dûman 
Min bibe nav kevir, axa welatê me
Ez Şewan’ê hez dikim qasî cîhan’ê 
Hespê minî kihêl tim asê lez diçe
Astengan, çiyan bi hemûyan rast dike
Çobanoglu her dem xema te girane
Tu herî welat kesera te namîne
22.04.2013
İstanbul
Kayıt Tarihi : 23.4.2013 01:30:00
 
 
 
 
 Şiiri Değerlendir
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
 
 



Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!