Rihê min
Bajar bi bajar digere,
Kolan bi kolan
Mal bi mal...
Rihê min
Ji laşê min cuda bûye
Ez nizanim,
Ev çend sal e
Çend heyv e
Çend roj e....
Wekî hespekê kihêl
Direve ji laşê min
Û
Ji her tiştê...
Kedî nabe,
Her ku diçe hartir dibe
Direve direve û direve..
Hingî laşekî dibîne
Bi leztir direve...
Nizanim
Ji kîjan bêbextiyê xeyidiye,
Ji kîjan derewê
Ji kîjan laşên bêrih..
Sekin, li xwe heram kiriye...
Mehmet HakanKayıt Tarihi : 3.6.2023 13:15:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Hakan](https://www.antoloji.com/i/siir/2023/06/03/hespe-kihel.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!