Kawa rabû gel şa bû
Dar û ber jî hêşîn bû
Meh Adar key din bû
Newroz gela pîroz bû
Dehak dîn,nexweş bû
Li milan de kul he bû
Gotin derman jî méjî
Serî jêbûn,roj reş bû
Kaw wêr hesinkar bû
Destanda çakûç hebû
Keda nav her milé wî
Qey polat,pîk,çelîk bû
Bakûr,Başur li Rojava
Keç û xort,bûk û zava
Ew şêrê wêr cengewar
Dil tenik camêr Kawa
Tu ne kal bû û ne cîvan
Li karê Kawa jî şûrvan
Ew dewleta li Asurîyan
Têkçû xwe bû tev ziyan
Kawa réber li huste bû
Şûr,mertal û destda bû
Parizwan,şêr,camér bû
Lehengê gel dil tenik bû
Ew qralê bê hiş Dehak
Méjî xwest him jî arak
Suryan,File,Fars,Kurd
Bézar bûn him jî helak
Xort cîwanén me gelan
Hanîn danîn ber kéran
Lo Kawa dil bû xemgîn
Berxweket roja û şevan
Lîstîk çikir ser key,qral
Ser é mîyan da ber qral
Boy rojên û hemû rojan
Ew rojên û şevq li şemal
Kawa boy li wan ciwana
Ne raket xwe tu ne raza
Berxweket lo şev û roja
Mijûlî boy wan bûyeran
Şéwirî xwe tev hevalan
Gotin xorta herin çîyan
Veşérin xwe lo neyaran
Heta rojên bû tev gelan
Ne xapyan û ne tirsiyan
Cîwan,xortén wan gelan
Meşîyan çûn tev li çîyan
Geş bû gulên wan çîyan
Sal bihurî,dem jî derbaz
Kawa ê şér bû teyrê baz
Qral kûçik bû keyberaz
Gelan re jî dem serfiraz
Kawa rabû û şûr kişand
Xwîna qral jî gişt rijand
Péştemal wî jî péş de bû
Kesk û sor li zer kişand
Kawa lixist tac hûrand
Qesra qral tev hilşand
Laşé qiral jî gû,gemar
Gel Kawa pir şékirand
Dehak mir û gel serket
Rabûn cîvan û hîv daket
Wé şevé roj xweş xuyan
Kesk,sor,zer nav derket
Ew rojén pak boy cîhan
Rabûn qîz,xortén gelan
Dehak mir nema zulum
Amed û Qers ax xerzan
Ew rojén bo xweş rojan
Bû azadî bo hemû gelan
Laz û Fars,File,Kurdan
Newroz cejna me gelan
10.03.2005
Yildirim
Kayıt Tarihi : 14.3.2008 18:15:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Ser é mîyan da ber qral
Boy rojên û hemû rojan
Ew rojên û şevq li şemal '..... Ku em çarîna te bidin ber çavan vêcarwê demê Kurd ji xwe nînin!
Kekê delal tu min bibexşîne.Em helbest û pexşenan ji nifşên ayenderan re berdidin,divê em bi baldarî bin.Bi hêviya Bez û Pîroz.Ligel silavên biratî
TÜM YORUMLAR (2)