Dilê min lez û bez be
Herdem jî geş
Rewşekî bêxof were
Rût û tazî her tim jî şilf
Nekeve nav xem û xeyalan
Hesên azadî qet te kêm nebe
Her dem hêvî te tijî be
Bixwaze rizgarî dil û can, serbestî
Dilo werê bi lezgîn be
Nêta xilte te hebe tiwarde
Zelal bike wek çemê Erez çemê Firat
Bi şewq û şemalan welatê me ava bike
Mîna hespekî kehêl zû were
Dil û can rêkeve
Reng û rengan bi kesk, sor û zer
Gulan vede kulîlkan bide
Dilo werê serbilindî werê rûmeti
Zincîra koletîyê biqetîne, bişkêne
Ser hîmên serîhildana şanazî yê
Pêl û pêl xwe azadî berde
Şêr û lehengî bi egîtî
Dema me bike şeng û şahî
Roja me jî ronahî
Dilê min were wek birûskan
Rizgarî û têkoşînî
Min qurbana hemû gelê meke
Welatê me jî çêke
Dilo xwe bişibîne xelîya serê bûkan
Bixemle li her rengan
Bikeve nav bax-baxçan hemû werzan
Stargeh tekoşeran şên bike
Dil min neqede her roj bimeşe
Amed, Qers û Muş’ê
Cîzra Botan û Zêtka
Her der Kurdîstan e
Navê welatê me pir xweşe
Dilo dilo dilê min
Tu seh dikî dengê min
Welatê me her çavê mine
Zanî an nizanî
Koletî mirine
Rizgarî jiyane
Hege war, welat nebe
Ax bi gelan re darbeste, gorîstane
Dilo lez were bez werê
Wek şervanan
Wek şeveqa serê siban
Gelan re bîne serfirazî
Kurdîstana me şên bike
Aalarengîn navdake
19.10.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 21.10.2011 11:23:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!