Ey cihan!
Bigire deriyên reş û tarî
Yên di nava dilê xwe de,
Bigire şibakên xwe
Bila ronahî nekeve hundir...
Bila her kes li hev bide
Bila xwîn biherike, rondikên çavan bibarin
Mirin bila bibe mirin
Û
Xencer bila ji bo tariyê rabin
Bila pirtûk bên sotin,
Dema dibêjin dinya dizivire
Bila xwîn bê bîra mirov! ..
Hişyar be;
Bila misqale ronahî jî nekeve hundir
Zinhar, ha!
Divê kes nebîne ronahiya ku ez nebînim
Kes ji min bêsûc û paqijtir nebû,
Kes kesekê tu kesê nin e êdî…
Weke dema ku ez bêkes bûm
Û li ber bombeyên bêkesiyê dibûm xwelî…
Bila navê min neyîne ziman qet yek ji Anatolyayê
Bila yek Asyayî, Ewropayî navê min bi lêv neke
Bila navê min neyînin ziman ên navên wan hene…
Zinhar,
Ku, wan mirovan, qirkirina min temaşe kir!
Ku, wan mirovan cesedên min pelçiqandin!
Ku, wan mirovan hê ji xwe re aqilek negirtiye!
Ey kurên Adem;
Navê min neyînin ziman…
Ku ez hatim kuştin hûn nekujin tu kesan
Ku ez hatime kuştin nedarizînin kesê
Ji ber ku li hember kuştina nîjada min
Li hember pelçiqandina nîjada min
Li hember jiholêrakirina nîjada min
Hûn her tim
Lê her tim bêdeng man…
Min bi caran tif kir rûyê wan kesên
Ku lî wêneyên min mêyze kirin
Tenê ji xeynî kesê/a ku ez di hembêzê de mirim…
Ez nehatim bîra we
Ne wisa, mirovno
Ey yên di odeyan de
Ku naxwazim piştî min ronahiyê bibînin
Hûn nikarin min bînin bîra xwe
We tenê laşê min dît…
Hinik ji we kêfxweş bûn
Hinan ji we rondikên derewker barandin
Hinan ji we bi min leyisitin
Birayên min jî bêdeng man, nebûn yek…
Hûn lê nenêrin ku her tim tê bi bîranîn
Cihê ku ez li mirim
Dema ku ez çûm
Navê wê jî qirêj bû…
We şermeke dîrokî jiya
Aqlê we nehat serê we! ..
Va ye ew roj;
Ku ez dê bikaribim bibêjim ‘ez Kurd im! ’..
Va ye ew roj;
Ku ez dê bikaribim bibêjim ‘Ez Helepçeyî me! ..’
Kayıt Tarihi : 8.5.2007 00:09:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
'Hesaplaşma' şiirimin Kürtçesi... Çeviri için Sayın Hemid Dilbihar'a Teşekkürler.
TÜM YORUMLAR (1)