Her Şev li Xewna Min î

Mehmet Çobanoğlu
2694

ŞİİR


19

TAKİPÇİ

Her Şev li Xewna Min î

Ez bi terka te nakim
Rojek emrê min hebî
Ji bona te dil radikim
Tu her tim di bîra min bî

Tu yî jiyan, tu yî evîn
Tu her şev li xewna min î
Bê te vala ye, ev deman
Bi rojan e dûrî min î

Her roj bi qala te dikim
Bi rastî ez bête nabim
Ez xerîbê çavên te me
Were bamin ez jî şabim

Tu yî, hêvîya dilê min
Bê te zeman min re ta ye
Ev dil, bi sebirê bi eşqê
Bi salan e benda te ye

Stêrkan min, tu yî şevjen
Bes e were li min vegere
Bes e bibe roja pîroz
Di dilê min de bigere

Mehmet Çobanoglu
15.03.2026
Stanbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.3.2026 14:02:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!