Şîyar bin gelên me, derd ket nav deman
Ber zilma neyaran, mirin hat xuyan
Em gelên bindest in, her der bû dûxan
Her derd me zêde bûn, bo me hemûyan
Destê xwe bidin hev, zêde hêzdar bin
Ji ber ku em hene, bêdeng nemînin
Çiya, deşt û zozan şahid bigirin
Tova azadî yê! Bo me biçînin
Şîyar bin can, ev şev bo me zîndan e
Berxwedan; xofa ser neyaran e
Rabin ber xwe bidin, rê nedin hovan
Yekîtî ya me ye, ya me gelan e
Keder pir zêde bûn, ser me de şûr in
Em gelên bindest in, em qet netolin
Şev li me bûn kelem, em êdî ranazên
Neyarê me Kurdan, beraz û gurin
Neyar çi bike jî, rêya me ronî ye
Hevaltî û yekîtî, taca serî ye
Rabin gelên bindest, em qet natirsin
Dawîya her zor ê, tim azadî ye
Mehmet Çobanoglu
19.01.2026
Stanbol
Kayıt Tarihi : 19.1.2026 16:45:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!