Her Çavê Min Te Digere

Mehmet Çobanoğlu
2557

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Her Çavê Min Te Digere

Min morane, min bagere
Ev ne meşe ne jî gere
Lêlê destê min bigire
Dil heşîyar bû te digere

Ev çi leze, ev çi reve?
Bextê te me, min nereve
Keçê were, lêlê were
Ev evîn e, jiyan eve

Bendê te me, min vegere
Ev evîna nav cegere
Keça delal ware ba min
Her çavên min te digere

Ware ba min ware ba min
Kulîlka nav kezeba min
Ez heyrana bejna te me
Şoxûşengî rû bide min

Gul, gulbika çiqila min
Evîn û eşqa dilê min
Min nereve, dûr nekeve
Kenê lêva xwe bide min

Mehmet Çobanoğlu
19.07.2022
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 18.7.2022 00:07:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu