Heqî Ewe Evîndarek Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
108

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Heqî Ewe Evîndarek

Bizan li dil yar ewe
Şînekeskê war ewe
Canê canan tev ewe
Heqî ewe evîndarek

Hezkirin li me girêda
Mejî şiyand kire rêda
Alem tevî di xewê da
Heqî ewe evîndarek

Evla'yê xav hizir nakê
Heqî lixwe ew bar nakê
Ji dinyayê xwe dûr nakê
Heqî ewe evîndarek

Evîndarê evîn carek
Didomînê ewê bahrek
Bi hezara ne ku qahrek
Heqî ewe evîndarek

Dohî dilêm zipziwa bû
Baran lê da şilşila bu
Bi evînê ji xew rabû
Heqî ewe evîndarek

Dil rêwîyê rîya Nebî
Limêj û ta'et ku hebî
Rewa bide xaliq Rebbî
Heqî ewe evîndarek

Hekîm ewe êşrak ewe
Êş û kula yê rak ewe
Pêşî ewe paşî ewe
Heqî ewe evîndarek
Helbest, Lekbêj

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 29.2.2020 18:16:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Zandar Amari