bi kilîda hêviyên piştxûz
dergehê dojeha dil
vedikim
li îşkenceya zîndanên hestên xwe
dibim mêvanê kurtepista
şevbihêrkên tarûmar
kul û kederê
li ser qefesa bêrîkirinên winda
kevz girt
roj û meh
sal û demsal
aramî û xoşewîstî
bi pêlên bareşa felekê re
firîn
zimanê xweşbîniyê
li ber devê tirpana zikreşan
ko bû
qeşmeran
barê êşa ewrên xof
li birîna pişta min
siwar kirin
singûya îxanetê
di mêjiyê azadiya ramanê de
daçikandin
coşa silava rojên şad
kût û şerpeze bû
wêne bêwate
stran fetisî
hezkirin qerisî
rengê demsalan çilmisî
henasa awiran qelişî
kanî ziwa bûn
lehiya demê
berevajî diherike
dil û kezeb
di pîzota agirê evînê de
hatin sotin
heyv û stêrk
di nalîna xewa herimî de
xwîn vedirişin
li sergêjiya lingên şemitok
peyarê di bin gavên min de
westiyan
êş û tirsê
xwe li parsûyê giyan
pêçandin
mîrata xewnereşkên şevê
kirasê mirinê
li stûyê min
alandin
jêdûrketina
heval û dostan
ez li kendalên tenetiyê
xeniqandim
li nav refê teyran
çûkê xerîb û baskbirîndar im
şahiya bîranînên berbabûyî
dilê evîna derwêşê gerok
awaza bilbilê hesretkêş
axîna kela dilê dengbêjan
di xwîna rehê kelecanê min de
diperpitin
li kolanên bajarê bêxwedî
li şopa germiya dilovaniyê
digerim
toza gunehên beden
bi xunava kulîlkên bihuştê
dişom
her roj
firmêskên dergûşa dil
bi şîrê hêvî û xeyalên qurmiçî
aşt dikim
Kayıt Tarihi : 10.9.2008 23:26:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!