Zaroktiyê min gelek meraq dikir ka li pişt çiyan çi heye…
Ji nav deman derketibûm, ji nişka ve di navbera xîçikeke zirav a hizr û ramanan de gihîştibûm zaroktiya xwe. Gava ku ez hêj zarok bûm her dem keserek di dilê min de hebû, difikirîm; gelo li pişt van çiyan çi heye? Lê ev kesera xwe her dem min di dilê xwe de veşartibû. Gelek caran ji mezinan bihîstibû ku li pişt van çiyan hinek çiyayên dîtir hene û li pişt wan hinekên dîtir; li pişt wan jî mirov dijîn. Min ew mirov gelek meraq kiribûn.
….
Lê dem û dewrana dinyayê ez mezin kiribûm; çawa ez ew qas zû mezin bûbûm ez qet pê nehesiyabûm. Lê êdî ez derketibûm pişta çiyayan û l inik mirovên dîtir ewên ku di zaroktiya xwe de min gelek meraq dikirin. Min berê ew mirovên bajarên mezin di hişê xwe de gelek cuda hesibandibûn; min li pêşberî wan ji xwe şerm dikir. Gava ku wan tiştek ji min bipirsiya zimanê min bigirê dihat û ez gelale diaxivîm. Min ew li ber çavên xwe gelek mezin kiribûn û min dixwest ku ez jî wekî wan bim. Min gelekî çavdaniya wan dikir.
Piştî salan min dê tu jî yek ji wan bajarên dûr binasiyayî. Nizanim çawa, lê dê dilê min li ser gezinga evîna te bihata gestin û minê gelek ji te hez kiriba. Lê belê minê tu caran ev yek ji te re negota. Wekî zaroktiya xwe minê tenê keserên xwe ji xwe veşartina û belkî jî ezê li benda demeke ku ez jî nizanim kengî ye rawestima. Rawestiyaneke dûvedirêj a ku dê her roj êşeke dîtir li ser kovanên min binijinta. Lê belkî jî germahiya te, awirên yên geş û kenê te yê şirîn bes bû ji bo min. Ez bi herhal gelekî kêfxweş dibûm. Min her roj ji xwe re duaya, ‘Baş e ku tu heyî’ dikir lê di rastiyê de tiştek nediguherî. Dê rojek bihata û tuyê jî li pêş çavên min mîna kefa sabûnê ji nava destê min bişemitiya û biçûya. A herî dilsoj jî minê nikaribûya tiştek bikira.
Jixwe her tişt wê rojê eşkere bûbû. Wê roja germ. Ew roja ku ez û tu bêdeng li wê parka veder, li bin sîbera bîşengekê, li rexê birka avê rûniştibûn. Min hes dikir ku dê hinek tişt rûbidin. Ji ber ku wê rojê gotinên te gelekî sist bûn. Min seh dikir ku tu jî dê biçûya. Ev jî dê bûya dawiya jiyana min. Tirs û metirsîneke nediyar ruhê min pêçabû. Ramanên min di nava hev de dihatin û diçûn. Lê min nedikarî te rawestînim jî. Ji ber ku te biryara xwe dabû, erê, tuyê biçûya û ezê jî bi tenê mabûma.
Hingê îfadeya dudiliyê li ser rûyê te diyar bûbû. Heçko te dixwest gelek tişt bigotina lê van tiştan dê biryara te neguhartiba. Tu wekî pelê li ber weşiyanê bi tayê xwe ve dileqiyayî û piştî demeke kin dê ji darê weşiyayî. Lê ma ew qas hêsan bû çûyîn? Ma ew qas bû her tişt, ku dê bi gotinekê bihata qedandin? Nizanim. Min qet nedizanî ka li ser dilistana te kîjan ba û bager diveziyan. Min qet nedizanî ka di nava hişê te de kîjan hizr û raman hebûn… Lê çûyîna te ya bê wext û bê sedem ji bo min gelekî dijwar bû. Qey dê roja min bêyî dîtina çavên te yên geş dest pê bikira? Qey dê êdî min tu nedîtibûya?
Hê jî tu bêdeng bûyî û em di ber hev re dimeşiyan ber bi qonaxeke nediyar ve. Tavê êdî bi giranî tîna xwe şikandibû. Bayekî gemore dihat. Ji germa erd disincirî. Meha Tebaxê bû. Li wî bajarê navdar ê ku em gihandibûn hev êvareke dîtir hêdî hêdî xwe berdida ser jîngehê. Em bêdeng dimeşiyan. Carina min dikir li rûyê te binêriya lê te berê xwe nedida min. Tenê te li beriya xwe dinêrî û tevî hizrên kûr hêdî hêdî dimeşiyayî. Heke te li rûyê min binêriya, heke çavên min li nav çavên te biketa minê her tişt fêm bikira. Te jî ev dizanî, lewma jî tu ji min, nemaze ji çavên min ditirsiyayî. Kengî min li nav çavên te binêriya te her dem awirên xwe dişkandin û te di ber xwe de dinêrî. Tu ditirsiyayî ku ez ji te hez bikim lê ji aliyekî ve jî tu ji min bêhtir hewcedarî hezkirinekê bûyî.
Hingê hemû hestên min ji bo te diherikîn. Lê hestên te belav bûn. Tu, ‘marî gestî ji werîs ditirsiyayî’ û ev tirsa te dibû sedema revaneyê. Tu ji hezkirinê ditirsiyayî û jê direviyayî lê gava ku te li nav çavên min dinêrî jî hestên te yên pêçaftî radiperiyan. Nizanim qey dilê te bi min dişewitî? Lê ev nebû. Ev dê nebûya. Ji ber ku evîn divê ne ji minetê bûya. Ne ji dilşewatiyê bûya. Ne jî em hêlînên revaneyên hev bûna… Na. Divê me hestên xwe ji hev re zelal bikirana… Lê, tu diçûyî. Tu li ser çûyînê bûyî. Minê tu caran ev hestên xwe ji te re venegotina. Belkî te jî nedixwest ku min vegotina. Heye ku ji bo me herduyan jî ya herî durist ev bûya? Kê dizanî…
Ez gelekî hînî te bûbûm. Dilê min yekem car bû ev qas germ bûbû. Yekem car bû ku min dixwest bawer bikira ku dosteke min hebû. Bila xweşdivî jî nebûya, dostanî jî min diviya. Lê te behsa çûyînê dikir… Tu dê biçûya ji ber ku te hêj nedîtibû ka li pişt çiyayan çi heye. Hêj tu dê lê bigeriyayî. Li pişt çiyan. Hêj jî te dê berê xwe bida asoyên bi mijîn û te dê xopana dilê xwe li ber tîrojka asoyên nû vedaya. Tu dê hê jî li pêjna hundirê xwe bigeriyayî. Lê min ew dîtibû êdî. Êdî ez gihîştibûm pişta çiyayan û min ew raz vedîtibû di kûrahiya çavên te yên reş de. Êdî ez li pişta çiyayan bûm.
Hingê ez bi gelek tiştan hesiyabûm; bi jiyan, man, viyan û hezkirinê. Ez têgihîştibûm ka ji ber çi mirov ji bo hezkirinekê hin dişewite. Germahî. Wekî şîrê germ ê spêdeyeke hûnik a zozanan. Wekî bayekî hûnik ê kelegerma germistanan. Ji ber ku gava min li çavên te yên geş dinêrî rajena min diperpitî, lerzîn dikete piyê min. Gava ku min li çavên te yên watekûr dinêrî ez tê de winda dibûm û hişê min ji serê min diçû. Gava ku min li çavên te yên reş dinêrî hemû razên li pişt çiyayan li ber min aşîna dibûn û ez diketim nav aramiyeke bêdawî. Min li nik te ji xwe bawer dikir. Min li nik te ji jiyanê hez dikir. Min li nik te ji xwe hez dikir. Min li nik te xem û kulên cîhanê tev ji bîr dikir. Li nik te dem tunebû; saet çawa diherikîn ez pê nedihesiyam. Ji ber ku min ji te hez dikir lê minê ev hestên xwe tu caran ji te re negota. Ji ber ku tu li ser çûyînê bûyî… Tu diçûyî! ... Tu dê biçûya û ezê jî bimirima! …
Êdî min qet meraq nedikir ka li pişt çiyayan çi heye!
15_Tebax_2004/ Amed
Ömer DilsözKayıt Tarihi : 11.9.2004 09:17:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
TÜM YORUMLAR (1)