Helepçe Şiiri - Fikri Amedi

Fikri Amedi
30

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Helepçe

Êdî ez xem û kederan, di dilê xwe de dinexşînim
Bi kilamên dengbêjan û lorîkên dayîkan
Di bin barana napalmê de
Ezê di ber goristana şehîdan de derbas bibim
Di nav bêhna kîmya û dermanê zulmên de
Helbestekî ji diroka xwe ya bêsiûd re bixwînim.

Deng ji rojê dernakeve, tav wek xaînekî ketîye kemînê
Di xewa mirinê de gelê Helepçê
Nizanim di kîjan xewn û xeyalan de digerin
Dengê bayê biharê û ava ji zozanan diherike
Bi dengê bilbilan û şaluran bêdeng bune.
Bêdengîyek berî qiyametê
Berê sûra ku wê bêt pifkirinê
Li benda ecelê xwe ye Helepçe
Ku ruhê xwe teslîmê ruhustanê xwe bike.

Danê nîvro, kel kela nava rojê,
Ji qijikên reş ewrek derket meydanê
Fîloyek ji kîn û kerba dilê Taxutan hatiye xemilandin
Mirinê di ser Helepçê de dibarînin
Wesyeta kalikê xwe yê Yezîd
Di qedehên şerebê de
Bi kêf û şahî
Di ser Helepçê de digerînin.

İro ezê ji bona Helepçê,
Reşekî li ser dilê xwe girêbidim.
Dayîka ku per û basikê xwe di ser lorîka xwe re girtîye
Ezê rismê wê di sûretê şeytanên lal de binexşînim.
Ew bavê ku bi kul û keder xwe davêje ser lorîka xwe
Ezî wî ji serokên kerr û gêj re bibexşînim
Wan zarokê masum ku bê ruh û nefes ketine
Ji şêx û mela û murşîdên ummetê re pêşkêş bikim.
Heta ku her yek vê heyf û tolê di situyê xwe da darda bike,
Ezê abîda wî li Derê Çîyê çik bikim.

Bese êdî ey giregir û serokên kurdan
Ewên ji hev ra şêr û ji xelkê re wek pisîkan
Êdî nehêlin bira kul û kederên awa
Vî gelê pepuk û reben neke perîşan
Destê xwe dirêjî hev bikin û heyf û tola Helepçê,
Bira ji we her yek di stuyê xwe da darda bikin
Heta ku xof û hêweta me belav dibe li cîhan
Her sal di salvegera Helepçê de
Dilê şehîdên xwe şa bikin wek mêr û merdan.

FİKRÎ AMEDÎ:

http://fikriamedi.blogspot.com/

Fikri Amedi
Kayıt Tarihi : 7.1.2018 15:24:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Fikri Amedi