bedena wê ya spî û spî
wekî şîrê spî,
bêhna xwe ya beybûnî belav dikir cegera min
min diheland
min perîşan dikir…
ceger diteqiya,
di mêrga odeyê de
mehîna min heyfa rojên tenê
heyfa rojên bêkes distand
kulîlkên qedexe bêhn dikir
bi ava kaniya min
tenêtiya xwe dişuşt,
guneh qedeh bi qedeh dihate rijandin
gunehkarî bêxem bêxem dihate jiyîn
di navbera me de
bi tenê tazîtî û eşq…
min didît ku
hevşabûnên dînik
di bedena wê de
dibûn helbestên dînik
min dinivîsand
wê dixwend…
Helbest:Occo Mahabad
Kayıt Tarihi : 27.11.2017 03:30:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!