Ez hatim kuştin
Faîlê min nay zanîn
Bi fermana Dehaq’ê hemdem
Xwina mın vexwarın
Kuştina zarokan hat rewa kirin
Agirê hatîye pêxistin
Ji şerma îxanetê vemirî
Li Dersîm’ê gelîyê Munzur ê
Bu helbestek ji xwînê
Çîroka Sur’a Amed’ê hat nivîsandin
Ji bo tasek şorbe û kerî nan
Xwe spartine rumetê
Bê bextîyê re ru bi ru man
Qêrîna me dizivirî îxanetê
Îxanet dibu jan,nav dilê mede
Man di nav çal’a bê rumetîya da
Çavên me rê dikişandin
Dengê pîyê Mehdî lime tesel dibe
Sêwîrî nav hişê me
Dibe, hewara me were Îsa Mesîh
Nava du de dibu heleq
Xeyalên me ber bayê diketin
Em tirsîyan,li du xeyalan nemeşîyan
Me xwe sparte helbesta
Lorîna dayîkan
Bi newayeke dilşewat
Kesera dilê dayîkanda bu pêçek
Yek bi yek hildiweşin qesrê zilmê
Mizginî gêhîşte her çar alîyê welêt
Nav tituna qaçax de
Azadî hat pêçandin
Dem nêzîke
Dem hatîye
Welidî dayîka me
Navê zaroka wê…
Kurdistan…
16.12.2013
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 16.12.2013 10:06:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!