Bi şev û rojê dinalim
Hêstiran her vedimalim
Bê rewak û bê mecalim
Wekî payîz zer bûme ez
Bê rê'yû bê rêberim ez
Bê xwedî û bê nasim ez
Bê hêlîn û bê warim ez
Mirovekî pepukim ez
Ketim bextê qederê de
Hiştim nava keserê de
Wekî kaya bênderê de
Hûrik hûrik par bûme ez
Şev û rojê me xew nayê
Sûûd nayê li dinyayê
Serî binî ketim tayê
Nexweşekî mirî me ez
Dil tu wek Memê Alan î
Tu Ferhadê vî zemanî
Bi vê rewşê tu dizanî
Bi halê te weranim ez
Kayıt Tarihi : 28.4.2024 11:24:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!