Helbest Şiiri - Harun Akkul

Harun Akkul
46

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Helbest

HELBEST
Navê te helbest e helbest
Tu hestên ji nava dilî
Gerdûna mêjî û hişî
Giyana hêz û şevbêrka minî
Carna tu dilar tavî
Carna tu tava hîvê yî
Carna jî stêrka şevtariya min î
Navê te pir kûr e Li ser lêv û tembûrê Nexşeya wê ji zîv û zêr e Berjenga zimanê şêrin e
Roj tê tu şîn î Roj tê şahî yî
Rojna jî çiroka li ser zimanê min î
Tu rewşa çar perçeyê
Welatê min î
Carna lewendiya li ser zend î
Carna ala li ser dest î Carna jî kitan bi kiras û xeftan î
Tu helbest î pir bi naverok î
An tu ceng î teşereng î
An şeng û şoxa dem
Dereng î An jî dîroka ‘Hurrî Med’ î
Min got tu helbest î
Helbest Çiqas ez bê mebestî

Xilas nabe tu bi helbest î
Ya baş em wext nekin
Derengî

Harun Akkul
Kayıt Tarihi : 5.3.2023 09:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Harun Akkul