Heko evîn zimanê xwe dixwe

Ömer Dilsöz
57

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Heko evîn zimanê xwe dixwe

Ji bo ku min bikariya ji keça kurd re bigota
‘Ji te hez dikim’
Divê ez hînî zimanekî dîtir bûma
Divê min tûvilekî dîtir li xwe bipêça
Xwîna xwe,
Goştê xwe,
Hestiyên xwe,
Û reng û rûyê xwe biguherta

Nexwe ez lal dibûm
Nexwe di dilê min de dima
Hemû peyvên min ji bo te veşartî

Ji bo ku min bikariya ji keça kurd re bigota
‘Ji te hez dikim’
Divê ez hînî tirkî bûma…
Divê min evîna kurdî bi tirkî vegota
Divê min xwîna evîna xwe biguherta
Divê min çermê tirkî bi evîna xwe vegirta
Divê min bi tirkî ji keça kurd re bigota
‘Ji te hez dikim’

Nexwe ez gelale dibûm
Nexwe di nava min de difetisî
Hemû evîna min a ji bo te diherikî

Ji bo ku min evîn tam bikira
Ji bo ku min mafê hezkirinê wergirta
Ji bo ku ez jî bihatima hezkirin
Ji bo ku evîna min bihata fêmkirin
Divê ez hînî zimanekî biyanî bûma
Divê min bêhna axê,
Serhişkiya çiya,
Zelaliya xaka xwe ji nav gotinên xwe biavêta
Û divê ez hînî tirkî bûma
Da ku min bikariya ji keça kurd re bigota
‘Ji te hez dikim’

Nexwe ez lalote dibûm
Nexwe li ser kovanên min dibû kul
Hemû hestên min ji bo te vehewandîn

Ömer Dilsöz
Kayıt Tarihi : 4.4.2005 10:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ömer Dilsöz