Hechecîk Şiiri - Reşo Kerboranî

Reşo Kerboranî
20

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Hechecîk

awêneyek li hember hechecîken asê
tenê ji ber vê di dilde bendewarîyek.
li kolana çend piçukên dibistanî,
ku behsa evînên xwe yên rojane dikin ,
kêm kêm..
sirûşta adarkî berbi Newrozê
sîrûda azadîyê divejînê.
tivîlk û kevok evro bûne şirîk
li hev dirûnin û diçîkçîkin, bêpayan.
gyanekî xeternak û xemdar
ger kulîlkekî tenê bo xwe bişkivine
qurtekî ji devê piyanê
an jî ji lêvên dîlberê bistîne
dê bextewar hêst bikê,
tenê bo çend kurtedema jî be..
û ew hechecîk berî qafesê
dê aweneyê bişkîne
şagirt dê bi tenê biçin fêr bûnê
ger ruh azad bê dê sirûd jî
bêwate bimînin
û tenê sirûda evînê ku ew saqî
jî cama xwe diherikênê
dê xweyî têsîr bibê..
tivîlk û kevok jî teqez dê vegerin ser
dijminatiya xwe berê
em jî ji xewa xwe yan xefletê
şiyar bibin
û emê biçin ser karê xwe
ew karê ku em dibin diranê çerxekê

(Adar-2024)

Reşo Kerboranî
Kayıt Tarihi : 5.10.2024 13:39:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!