Hebûna Te Min Xelate Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Hebûna Te Min Xelate

Delala min, rebena min
Bi salane rê nadin min
Dilê min de çar birîne
Xerîba min were ba min

Ev çi derde, ev çi hale
Wele dîsa dil dinale
Rojane min xwîn dikişe
Bin min de jî erdê pale

Xezela min şirîna min
Were hişke birîna min
Nav canê min de şewîne
Derman bike birîna min

Ku tu ji min bawer nekî
Bela serê min rênekî
Hege azat nebe welat
Ji bo min derman çênekî

Li salan e min afat e
Dermanê min jî welat e
Bi axa me, min dermanke
Hebûna te min xelat e

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 14.10.2019 00:14:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu