Hebûn û Nebûna Te Şiiri - Jînger Colemêrg

Jînger Colemêrg
25

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Hebûn û Nebûna Te

ku tu nebay
dê çawa helbest hunerî biba
ku tu nebay
dê çawa gotinên însanan
di devan de tinazî biba
ku tu nebay
emré min wé çawa ev qas sal heba,
ma riha min
deqîqeke din dê sax maba?
ku li sûk û sikaka
li gorî te kilén çavan neba,
destek kiras û fîstanan jî li ber te ba,
dé çawa rûtirşî û çavşînî çéba.
ku tu mabay,
desté min û éke dî di nav hev ra ba,
ew neqenc ,nezan û nebaş ba,
rojeké biba mévan
û bo te hatiba,
gelo wé cabeké te heba?
delala min
ku tu mabay,
hinek dî
çavé min li çavé te ba
hemû daxwazî
dé li ser seré min ra ba,
lihéf û doşek min é danaba,
bax û baxçé min é çandiba,
min é li gel dosta sulh
li gel dijmina şer kiriba,
gel rabiba bahoz û ba,
min é dîvaré bera nijîba,
ku berf û baran barîba
min é deravé avé
bi duryané ve daba,
ku şev gelek tarî ba
û heyv ne l’harî ba
min é desté te girtiba,
roj mij û dû ba ,
kuçik vemiryaba
û mencel li ser ba,
şîr téhnşîr û bosî ba
min é j’te re
teremasté mihan çékiriba.
ku tu mabay
û her tişt li keyfa te ba
min é desmala egal
li xwe péçaba,
bejna xwe li neyniké badaba,
melhema delaliyé
li sureté xwe da ba,
gel beré min bi sûk û dikanan ketiba,
dé min keskesorek kirîba
û li sergovendé hejand ba,
gel tu mabay
min çi tişt nevedişard
û dé gotiba
min é ji te re xér daba.
tu mir î !
û ez jî li gel te…
édî tiştek min nema.


Ömer Demir Peyanis

Jînger Colemêrg
Kayıt Tarihi : 4.3.2021 19:32:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Jînger Colemêrg