HEBHINARKÊ
Ji wê şeva bi şewbê
bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê
çend xarên mın wendabûne li newala waweylê
destmêja te û janê ji hevdû naşkê
hebhinarkê! ..
min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê;
wê gewriya te dil bide kêrê
li kerbelayê
belê delalê
li çaraliyê çefiya min,
diçurise şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin
kulora şahmeran e egala li serê min
ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min
ne sûcê te ye,
ew mîratê kewan li me nehatin
li çiyayê şenalê,
komeke xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştine
perikên wî digirîn li dewsê
tu hogirî van perikan bûyî
hebhinarka delalî
bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî
li ser goleke mêşinî
bo bi serê xwe dakim,
ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,
hebhinarkê;
teşiya bê,
destara berfê,
berîvana baranê, , ,
12 Rêşemî
Renas JiyanKayıt Tarihi : 31.10.2002 09:01:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
-----
Ev karé Rénas e. Zimané xwe yé qedexe Kurdî, mîna maestroyekî bikartîni.. Wî ji niha de di helbesta Kurd de tarza xwe afirandiye... Serkeftî be...
TÜM YORUMLAR (3)