Hêvî yên Gel Gul Vedan

Mehmet Çobanoğlu
2545

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Hêvî yên Gel Gul Vedan

Ketim destên bêmerdan
Li koma wan bêbextan
Wan êriş dan li ser gel
Gel hilnaşin bi zextan

Hemû mijok û dizin
Derewkarin û şaşin
Ew kujerin, ew tolin
Koma wan jî tev caşin

Wan çavberdan keda gel
Av û nanê me dizîn
Pergaleke rezîle
Em mafê xwe daxwazin

Li bext ê me ne reşe
Em daketin ser qadan
Pir nezîke azadî
Hêvî yên gel gul vedan

Li bo jiyan azadî
Em bang dikin hawarî
Koma gelan daxwaze
Aramî, bextewarî

Mehmet Çobanoglu
08.06.2023
İstanbul

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 8.6.2023 23:34:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu