Hazn û Paîz'e Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2549

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Hazn û Paîz'e

Li dîsa dilê min şewate!
Kezeb jî li min kovane
Li jiyan jî min kesere
Way li min û delala min
Ez dimirim! ..
Bihar jî hat derbaz bû
Nişk ve li ser min qulubî
Havîn jî li min buhurî
Dem jî min Payîz’e
Pelê gulên min diweşin
Yek biyek
Her çav jî min melûl melûl
Kelogirî ez digirîm!
Xime xime rondikê min
Diheriqe wek robaran
Wek pêl û şepêl ê çeman
Leme lem bi lehî û kefan
Mij,dûxan li tev moran
Dilo can ez dihelim….

Rebenê û rebenoka min
Derdê dilê min
Oy daîka min,lela min
Xerîbî jî çi zore
Wek tofan û boblat
Wek birçê bûnê wek pêxasî
Wek mirin û wek bê kesî
Wek xeyîdî nav bi xwîşk û biran
Wek li min vê xerîbîya min
Way li min ez bimirim
Taqet,hêz bi sebir
Bertekê min jî li min neman
Kula û derdê min jî girane
Xerîbî min re zore
Lorî lorî nelorîne daê
Nehhûne birîna min…

Xerîbî binbinîke û xax e
Wek dûbişka,nişk ve vedide
Hêdî hêdî dil jî jer dike
Serî gêj dike
Rewş û jiyana reş dike
Can a jî dikuje can diqedîne
Û mest dike
Ez bimirim lela min
Dem Payîz’e û hazane
Gul û kulîlkê diweşin
Jiyan jî êşe
Li kezeba min dişe
Wax bi wax li deng
Bilbilan fîzar û fîzare
Dil min jî zare zare
Welatê min pir dûre
Ev ne hale dayîka min
De rabe were..!

11.09.2008
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 13.9.2008 23:06:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu