Li roj bi rojan e me dişêlînîn
Bi gul, sosinên me diqetînîn
Qelaşî her diçe pir zêde dibe
Salan e kezeba me diqelînîn
Firsend ketîye li destê bêbextan
Her tim zorê didin ser me bi zextan
Lê dayîkê belengazê, bêkesê
Vê zordestîyê bîrmeke tu wextan
Ser welatê me de agir barandin
Mal û tifikên me tev hilweşandin
Nav bêrîna me de gule tijîne
Daê rebenê dilê me êşandin
Artêşa qehpikan ket bajarên me
Bêdestûr ketin taq û kolanên me
Lawê min keça min serê xwe rake
Firset medin van mêrkujên gelê me
Ev çito rewş e ev çito deman e?
Her der mije her der li me dûman e
Daê dengê bombe dengê topane
Îro dîsa jiyan li me yeman e
Ax hawar û gazîya me Kurdan’e
Li me fîzar e li me zêrandin e
Lo artêşa Rom’ê gel da ber gulan
Bi kal û pir, jin, zarok jî navdan e
23.03.2016
Stanbol
Kayıt Tarihi : 24.3.2016 00:26:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!