Hawar Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
110

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Hawar

Hatim ber derîyê rahmê
Ya Xwudîyê ma hewar
Her ewe cihê qencîyê
Ya Xwedayê ma hewar

Tu kirzdanê tev şewanî
Çêkerê tevî tiştanî
Xenceê me neqencanî
Ya xeffarê ma hewar

Deryê başî pê xilasî
Tevî tîşta tu binasî
Ev pepuk raxê dixazî
Ya xaliqê ma hewar

Musteanê ewşîyanî
Lêboranê mexluqanî
Li axanî li benzanî
Ya boranê ma hewar

Bê rewzî kirzê ma daya
Dînê dayî pir hêjaya
Quran u sinnet jî daya
Ya hadîyê ma hewar

Hatima ber derîyyê ta
Hêvî darim jibona ta
Ez rebenê ber deryê ta
Ya Xwedayê ma hewar

Ez pepukim ez sêwîma
Li vê dînê ez mirî ma
Bê xwudan u bê serîma
Ya Xwedayê ma hewar

Dil birînim laş birînim
Nav êşada wez dimînim
Ez nexweşê bê kewînim
Ya Xwedayê ma hewar

Bê adar u bê vaşanim
Ez riziyê bê veçanim
Ber tav u evar êşanim
Ya Xwedayê ma hewar

Xwudî hîbanek qirêjim
Ji dil u kezep dibêjim
Nav u pesnê ta dibêjim
Ya Xwedayê ma hewar

Ya Muda tu ma başbikê
Ji gelê bilqîr me nekê
Bahrama li dergeş bikê
Ya Xwedayê ma hewar

Doh Ez halu îro halu
Ezê kal u ne bi malu
Korê kerru digel lalu
Ya Xwedayê ma hewar

Li tev dem u li tev dana
Dinya gelek êşî dana
Te gelek jî lema dana
Ya Xwedayê ma hewar

Ketme ber êş u kulê xu
Ketmê ber xuza jibo xu
Bi mire bikê rahma xu
Ya Xwedayê ma hewar

Tu bi wermê mustafa kê
Tu bi wermê şendiba kê
Daîm dilêmin lema kê
Ya Xwedayê ma hewar

Ez serqe ma jibona ta
Agizê wa şendibê ta
Xoze karê wê rahma ta
Ya Xwedayê ma hewar

Bê tebat u bê nelîvim
Bê heval u hevîlim
Jibona xu ne kefîlîm
Gelo ezê çibkim hewar

Leb u lojan mi sitiran
Qef u qoran mi hevîlan
Ax u waxa wek kilbilan
Ya Xwedayê ma hewar

Teb u tebat min nema bu
Hiş u mejî cîyawaz bu
Tikes limin ne meyza bu
Ya Xwedayê ma hewar

Agizim xewde dimînim
Mejîcoşim pir xemînim
Zîvirin tişt wez dibînim
Ya Xwedayê ma hewar

Evîndar u agizim ez
Sot u mot u kewîtî ez
Mem u siyabendim ez
Ya Xwedayê ma hewar

Lîma êşê ma li ba ta
Tîşta heyî bi çengê ta
Xuza ma liber deryê ta
Ya Xwedayê ma hewar

Usufê qurtê ma ez
Birahîmê li agir ez
Simailê ber kêrê ez
Ya Xwedayê ma hewar

Tu geşîyê mirovanî
Şandîyê heja Quranî
Çêkerê herdu ruxanî
Ya Xwedayê ma hewar

Tu çêkerê tev tiştanî
Yê li axan yê benzanî
Hem xudanê mucîzanî
Ya Xwedayê ma hewar

Tu rehîmê mirovanî
Tu Rehmanê mumînanî
Boran u xence tevanî
Ya Xwedayê ma hewar

Çêkerê pêşî dananî
Xudîyê dawî dananî
Liher dan u her cihanî
Ya Meda'yê ma hewar

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 15.12.2018 20:22:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


Kürtçe olan bu şiirde şair Allaha yalvarır ve şiirsel bir dua eder. Kendi çaresizliğini güzel bir dille söylemiştir

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!