Tariyê ji çav hilînin
Çar alî tev bi xemlînin
Jor û jêr di kilîlî'nin
Ji ber hatina dîlberê.
Dil zuwa û fîraqî bûn
Ji mûhbetê îraqî bûn
Mijgûl ji hêstir saqî bûn
Ji ber işqa wê dîlberê.
Mirovên bi hiş dixwînin
Heq û rastiyê dibînin
Ji ber işqa heq dimînin
Li ber deriyê dîlberê.
Ji şîretê dil têr nabin
Dil û mejî tew sax nabin
Rast û heqîqet fêr nabin
Nebê peyam ji dîlberê.
Rehmet ji zatê ekbere
Li şevên tarî qemere
Rêberê cin û beşere
Qencî bi nûra dîlberê.
Kayıt Tarihi : 19.3.2026 19:55:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!