Hat Û Qedya! Şiiri - Feridun Urfa

Feridun Urfa
83

ŞİİR


56

TAKİPÇİ

Hat Û Qedya!

Di hûndirê xwe da bajara difetisînim roj û şev
şewatên zûha, keserên min dilorînin
geza lêva xwe dikim-jîyan a min şên dibe
jîyana min kêm dibe-gotinên min diwerimin

behna pîşo tê ji buharên welatê min
behna zarokên şîr vekirî
behna helbestên qedexe
behna meytên bombekirî
por şehkirî
nubişkivî
Û ez dîsa
hebkî şilim
hebkî xwavim
derengim
kerengim
dengim
gim gim gim!

li ser sînga zarokên mêrxwas malkîno tê lîstin
dayik
kelogirî
bav
ji dûh da mirî
ezmanên min ewrawî
payîz ên min tarî
hêstirên pîr û kala
zîpikek modîfye
tavî yek çilesrî


li ser pişta bûkên çardeh salî welatek tê şidandin
bira
nîv mirî
zava
zava
tû nemînî

hêvîyen min bi berdiavên-
dilukimim
çogerî dibim
disa radibim
disa dikevim
bajarên bê talde ava dikim
xortên bi fort û fors mezin dikim
pêsîrên xwe ji wanre dikim
taştê
firavîn
şîv
paşîv

fedîkarim,serberjêrim,jêrejorim

qetil helalekî bê warim,ditirsim
bi mirîyên ra govend digerînim
çermê xortanîya xwe digurom
rûyê xwe diqetînim

hey hawaaaarr...! behna min dernayê

di binî bîrên mar hewand de Usibê kiras qetandî me
xewna Smaîl im şevê mêr xeneq de
dengek Davudî me li bin xetê
qêrînek bê dawî me
destên min werimîn
bawî me
şîr ê biznî,
qantirekî xesandî
di binî sîtil a da
kizirî me

porê stranên qaçaxçîyan duhinim
balefirên şerxwaz şemil dikim
konên şîndar de, ava destê dayikên şînger wedikwim

lê hema naqedim
naqedim
ne kedim
bê kedim
de haaa! hebkî din min bikuje, belkî biqedim!

ez ê li kerî ye xwe xwedî derkevim
ez ne şivanê bavê we me
xumalekî malxwê me
ho hoo hooo!
wê wegere şivanê mezin
û
wê peyvê we di devê weda bixeniqîne

bi soz!
bi kofîya dayika min
bi soz!
bi palisqeya bavê min
bi soz!
dar cixara apê min
bi soz!
sinema Amûdê
bi soz!
şimika gerîlayê duwazdeh salî
bi soz!
nifirê zindana
bi soz!
sar û seqema şikefta
bi soz!
bi soz!

ez ê bitirsim hema ez ê nerevim
ez ê biwerimim hema ez ê behn nedim
ez ê keçelî bibim hema ez ê pîr nebim
ez çiqas sal ez bim
ez ê bi bawer bim
wê were
wê bugiherîne
wê biqedîne

Ferîdun Kurt
Cîh:berf û tirs
wext:hat û qedya

Feridun Urfa
Kayıt Tarihi : 17.2.2012 14:39:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Feridun Urfa