Ey! Gûlan
Kûlîlka mezra botan
Qibleha dilê zarokan
Stargeha bindestan…
Tû çûyî
Ez di bin dagirkerîyêde bûm lê dîsa jî min bi qêrînên bê hempa digot hêvî.
Min wekî destpêkirina karekî nû dest bi hêvî yê
dikir.
Xwedî stêrk bûm.
Lê niha…
Dilopek hêstir bûyî tû
Hûr hûr diketî ji çavên min.
bi tere şîn dibûn kulîlkên welatê min.
Kulîlkek sor bûyî tû
Li ser ax’a welatê min.
Nizanim çawa bêjim
avêtine histûyê min zincîr û toq
Min qir dikin bi teyare û top
Bi ser min de tên bi kevir û hesin û zonp
Min negot
gav bi gav ber bi tenêtiyê ve dimeşim
Ez tenêtîme
Û Dibê qey ez ê ji tenêtiyê bimirim…
Mîna mîlîtane kî kû hêvîya xwe bi azadîyê wenda kirîye;
Neçîrvano!
Wa! Neçîrvano
ma ji bilî min nêçîr tûne bû
Tû xwe kirîye bela serêmin
Tû digerî li der dorêmin.
em di wextek xelet de hatibûn afirandin
asîmanên tarî, şevên bêdawî ,sibehên qarbon monoqsît para me ketin.
Mirinek bê hempa bû, mirina gelêmin.
em dikenîyan,xweş bû kenên me
lê em bê niştiman bûn.
Xwezî te zanîba rosîda
Xwezî te zanîba …
Min çend hezar sal jîyan kir ji bo kû ez te bibînim,
min çend tirbe û sînagok
Çend şêx û mûrîd serdan kirin
min çend caran îman avêt
Wexta kû tû çûyî...
Min û hechecikên vî bajarî şîn a te kir.
Tilîyên min ji nîqotîna cixarê zerbûn û cênikên min spî bûn.
Ketim Kom û ref ê hechecikan,
Min xwe bi wan re dixapand.
Bu şaire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!