Halê Hal Şiiri - Ziza Rumas

Ziza Rumas
36

ŞİİR


6

TAKİPÇİ

Halê Hal

Ji Adem ve serdest ew in
Bi fêlbazî, bindest em in
Gote Xuda bikin hizir
Wisa naçe serbest gel in

Habîl nexwar mafê însan
Kabîl rûnişt li ser kîsan
Gote Xuda hûn her yek in
Milkê min e, li bal kesan

Îbrahîm bû, her serhildan
Li ber senem û Nemrûdan
Îsmaîl kir navê felat
Ne ku ajal bikin ji can

Salih, hêştir kedî kire
Kir ku qûtê gelên jar e
Got dest medin malê Xuda
Raya giştî sûd digire

Ew kesên ku qet têr nebûn
Ser her tiştî çav berdabûn
Dest danîn ser milkê Xuda
Nekirin xem jar her jar bûn

Lût e vîna parastinê
Ji dest torî, têrnebûnê
Nebû rewa destdirêjî
Heta hebe heq li dinê

Dawûd jê re kire xebat
Silêman hat, aştî hilat
Mirov xelas kir ji beşer
Bû mîrate dawî lê hat

Yaqûb xem e dil bi tenê
Yûsuf bende, ji evînê
Her ku ew e xwedî hedar
Mîrê mîran, li zemînê

Sêrbaz gotin hate xeber
Fîrewn ji ser her diçe der
Hate mirin bo dergûşan
Mûsa serî rakir li ber

Îro bizan sêrbaz kî ne
Li pişt camê ew medya ne
Desthilatê diparêzin
Parsek in û hem bende ne

Meryema pak mîra jinan
Bû dayika me sêwiyan
Îsa mirî rakir ji xew
Li me kire wan şîretan

Xwedî şoreş ewê dawî
Elî li pey her li bal wî
Huseyn bûye canê canan
Heqî têk çû bi Emewî

Li dû wan hat dînê derew
Çar dorên me girtine ew
Pîroz pirtûk mîna newroz
Bikin rêber ew bes û hew

Xwedî heyin bes Xuda ye
Tu kes li cem ne cuda ye
Parve kire wekhev nîmet
Serdest li ser pal vedaye

Bo serdestî neçe ji dest
Mîr mirina zarok dixwest
Mîna li vir ew Xuda ne
Bi kuştinê kirin ji hest

Gel li kolan hew birçî ne
Ew li qesran paldayî ne
Bizan nîne li me qeder
Bo me xelas raperîn e

15.08.2015
Stenbol

Ziza Rumas
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 01:35:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ziza Rumas