Dema çavên min pêketî
Nema dilop ji keserê
Da min bi destên pembû yî
Avek ji ava kewserê
Bêhneka xweşî jê dihat
Wekî despêka biharê
Nîşana xweşiyê xuyat
Ew mîna gûlpika darê
Nazik û rûgeşa horî
Mîna tavê ronî dida
Evîn li nav dilê'm forî
Tama hazar fêkî dida
Dema ketî ber çavên min
Ewr û mij tevî winda bûn
Guherî rewşa halê min
Dil û kezeb bi wê şabûn
Min dîtî ew gula evîn
Bûme bilbilê li pey wê
Hizir û raman tev revîn
Hatin girêdayî bi wê
Kayıt Tarihi : 6.2.2025 10:01:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!